Mehmûd Ako / Kurdistan محمود عكو – كوردستان HelbestvanoHestên te yên li ser kaxezan,paldayî,li vejanan digerin. Dem û zayna qûnaxan,rûyên te yî nixumandî nîşan dikin.pênûsa te kirasê dadvanan li xwe dikî,carnan, ji gelekan re,sî ...
Mehmûd Ako / Kurdistan
محمود عكو – كوردستان
HelbestvanoHestên te yên li ser kaxezan,
paldayî,
li vejanan digerin.
Dem û zayna qûnaxan,
rûyên te yî nixumandî nîşan dikin.
pênûsa te kirasê dadvanan li xwe dikî,
carnan,
ji gelekan re,
sînorin,
ji gelekan re
malmîratî ne.
ji janan dagirtî ye,
evîna te,
tu pirr dêşî,
bi bîn,
û şûnen wan,
li gemîyan dikî bîranînên xwe,
û berê wan didî jibîrbûnê.
Tu û hebûn,
Ji alîk ezezîtî,
ji yekîdin dilovanîyek
xwekujî.
Tu dibî dilê
Xweşikbûn û hestxwşî yê
Xwedyê, mehrevanî û lêbuhrînê yî.
Periste dikî tu,
Agirê dûrbûnê,
Berçav dikî dilsozî ya êtûnê.
Reng dikî tu xaka beybûnê.
Tu xwdayan di xwe de dicivînî,
Li ser rûkên xemgîn,
renckêş û bêwaran,
Beşişandinan diçînî.
Û deştên bê sînor
Ji çinaran re vekirî dilhêlî.
Di hest û giyanan de,
xwe dimehrevînî.
Ji kekesora kevanê xwedayî,
rengan, spasîyan, û bûkana,
vedijînî.
Tu di beramberan de
xwezî yên xwe,
li nav guhan bi buxçik dikî,
hêvî û bûyênên te,
weke evîneke sau girtî,
her kes dibe dildarê te,
di pişkandinê de.
herkes dibe neyarê te,
û tu dibî dildarê dilpakî
û xwebûna xwe.
Di xwe de tu !?
di xwe de gilawêjan pêdixînî,
evî hest tu çawan diafirînî,
ma aferandine,
an di te te şîn hatîye,
bi te re mezin bûye,
yan te ew kedî kirîye.
De ka bêje helbestvano bêje,
Dibe ku tu jî
nizanibî.
Janên pênivîsa te,
û gotinên giyanekî tîh
li hev digerin, û
hunandineke,
ji sitêran re
pêşerojeke mijgirtî yî.
Tu.
Ji nafka te derdibin,
tîrêjên roşhilateke birîndar,
û rojavayekî poz bilid,
jibo çi, ev hajarî ya rojhilatî bi me ve zeliqî ye,
û rojavayekî pozê me difirkîne, kezeba demê,
dikole û me jê vedijîne.
Rojava, çiqasî bedewin keçikên te,
rojhilato çiqasî dijwarin evînê te.
kevintirîn xweda,
û dirankiroskin xwe bijartî
ji te re dibin balgeh.
Lê carna tu wan tune dikî.
Û ji kildanên wan tu xwe kili dikî
Carnan.
Xwe di pirsê de
ker dikî,
hebûna xwe tune dikî.
Tu,
Dem,
Hebûn, û hestên revyayekî.
Di qelpaxên çavên ezezîtî ya,
xwe pesndanê de, :
dibêjî:
ka ez ji te re çend ristan bixwînim,
da ku tu pesnê min bidî,
bi baskên pesna te
ez bifirim,
bilind bilind û bilin bibm,
û di guhên peristinan de,
bibim bilndî yeke xwe bê deng.
Jibo nav,
tu herêman li dor xwe dicivînî,
di wê xakê de,
hestek netewî bi tov dikî
herêmên te tovan li şûn xwe dihêlî,
û sînoran li peyî xwe dihjmêrî,
Li her deverekê hêlîneke xwe ya nû çêdikî,
û bandikî bi nûjenî yê
Hêl ji te re dibin dîwar,
geh jî şûn û şop.
tu perstegehan ji wan çêdikî.
jêre xwe kolekî dikî.
Pêre jî,
qîrînên welatekî,
tu li ser lêvên xwe
gem dikî
xweda.
Xweda dibêjin em miletê kewê ne,
û kew xayinê gelê xwe yî,
ka em bi nerin kî ji me xayînî. Û bêbexte jî.
Dema kew tê kiridin di davekê de,
diqîre û hawarê dibî dost û hevalên xwe,
heger zaroka dêyekê ji himbêza wê talan bibî,
wê qurbanên dê li kîjan sînorî rawestin.
Hezkirina wan ji hev re,
hev di davan de werdikin.
Li deran şewqa xwe dikî xelat
Û dîlan.
Ji hezkirinê re xwe dikî yar.
gotinê ji xwe re dikî neyar
zincîrekê ji gunehan,
tu bi hustê xwe ve vedikî.
Tu
Evînê û çemên meyê, tevî wan perîyan
li xwe tenê mehrdikî.
Di tengî û tirsê de,
tu xwe hildiperikînî dilê me.
Û bahza buharên me,
Qîrîn û hawarên nêr û mêbûna me dibî gunehek.
U tu agir ji me re dikî xelatek.
Ma çi jê xweştir heyî,
di nav wan pêlên sor de
Ji xwe bihilim û derkevim,
wek avekê biherikim,
û bibim tiştekî dî ji nûve dest pê bikim.
ew şewatên te ji me re kiribûn xelat,
bayekî hênik e
di dema serxweşbûnan de.
Ew kesê ku ji te nêzîk bibî,
helbet wê bişewitî,
û şewatên me bi agirê te pirin.
Hye xweda.
xwe ji hbûnê re di kî diyarî.
Û ji me re xwe dikî xwedayek.
Tu ,
Tirs,
mêrxasî,
hovitî
di destaneke gelêrî de,
dibî xwezîyên xewincomerdî yê
û talanî yek bêdengî,
xwe di te de vedişêrin.
Tu xwe dixwî,
Bê xwê dimînin,
Yek carna
Birîn, gotin
û xwezî yên te.
Bê xweda dimînin nimêjkirên te,
Ew xwedayê nimêjkirên xwe bi tenê bihêlî,
Ma ew çi xwedayî.
حضارة الموت
Şaristanîya MirinêBajar di mijê de winda dibin.
Deng di bêdengiyê de bela dibe.
Tarî di ruhnîyê de şîn dibe,
û çiya di tetehbejê de sobelanê dike
Vîn di dilan de hûrhûrî dibe.
Welat di mistek ax de hatiye jibîrkirn.
Li şûnwar û hêlînan xar û strî hatine çandin,
û em bûne bendewarê dengbêjekî
Mirî bûne cihê payebûn û serbilindîyê.
Şarestanî di kevnayê de dijene.
Şînwarân di dîrokê de hatine sêdarkirin,
û azadîyê çavên li şûn xwe rijandine
Lehng şerê sîka xwe dikin.
Partîzan henekê xwe bi me dikin.
Nakokîyên li ser biskên keçekê,
cengên li ser mirîşkekê,
û belengazîya min di mirina netewekê de.
Mirov di bênamûsyê de pîkol bûye.
Koçkirina kernevalên bêmirês,
dûmahîk ji qûndaxa tivingê re danîye,
û xwedayê belengaz ber bi payîzên bê dûmahî de bazdaye.
Lawên te xwazgînyên xwekujîyê ne.
Keçên te xwe firotine dêlktîyê.
Nîr ketine stûyan.
Dê bi rojê sed carî zorga dibin.
Masî ji gola derbider dibin,
û li paşerojê dibine bavê sêwî yên me.
Dêlikên şevê dibin xatûnên eywanan.
Gulfiroş dibin navmalyên gavanan.
Ji nav waran kalek bandike, ma kî dibhîze,
ji nav nivînan keçek bi nav dibe, ma kî dibîne.
Stûnên te rahiştine qada bê binî.
Xwînfiroşê te comerdên revê ne.
Goristanên te bê sînorn,
û sînorên te bi bombene.
Sîng û berên te di dûmanê de diçirisînin.
Pakrewanên te ji xwezîyê direvin.
û pêşmergên te bûne reşikên şevê.
Buhara qaz û qulingên te,
qîrîna parsekên rojhilatê ye.
Avên zozan û gelyên te,
birînên xwedayê berberîyê ne.
وقصيدته:
أوقدوا نار زرادشت
Agirê ZEREDEŞT dadin
swarên hespên kumêt
Restem û Guhderzin,
Xorşîdê jînê ne
şêrê şerin
pêşmerge yên azadyê ne
Maşûqê min
Ne rojhilat ne rojava,
ne bakur, ne başûr
Qubka serzêr nejî
kevrê reş
vedgerînî tol û heyfê……..
Masûqê min
ji zeviyên bê sînor
kêstek wê bihilin
li dor gora pakrewan wê bicivin
bi kesk û sor wê bixemilin
xeml, xemla doza te yî
Maşûqê min
li her dem û deverê
birîn a soza te yî
Xwed yê pênûs a XANÎ ne
Hecacî yê dibistan a CEZÎRÎ ne
Xewna havîna sincirî ne
Germa pembûyê tî ne
Ava ji çiyayan herikî ne
Dicile û feratê bi lehî ne
sitêrin di şopê de
rohnîya heyva şevê ne
Maşûqê min
Birîna te çerxek
di kezeba demê de
veda, veda ,
v e d a n e k ,
bi q û n a x
m î n a
bêhna pûng û biyoka
hermel û dirankiroka
Mamşûqê min
l i ç a r a a l î y a n ,
A H R I M A N I n
a g i r ê
Z E R E D E ŞT ê kalin,
H i l o r a p ê l a r ê w î ne
Şewat a qîra sêwî ne ,
serhildana adara dawî ne
L i s e r ê h e r k o l a n e k ê
Z E B E N I Y E K I
b i b a z b e n d i n .
A V A M E Z I N I N
L i k ê l e k a z e m z e m a L A L E Ş in
e z m a n ê g o t i n a t e O e d ê s a y î,
Birîndarê derba te ne ,
M a ş û q ê m i n
Axa tenûra hebûnê ne
Agrê tifka êtûnê te ne
b i r û s k ê n r o j h i l a t î n e
perwanê ronahî ya dûrbûnê ne
ç a w a d i a g i r ê t e d e
n e ş e w i t i n ,
P e y a m n û r ê m i n
Dûrbûna gerdûnê ne
Serxweşê êşa bîrbûnê ne
Sîka beja û avî ne
Roka bêrîvana te ne
p i l i n g ê n b e r d a y î n e ,
d i n ê ç î r ê d e ,
N Ê Ç Î R V A N ê d e m a te n e
M a ş û q ê m i n
tu kuştin
w e k
Ş Ê X S A I D.. Q A D I M U H E M E D
k u ş t a r ê n t e
e m j î z a n i n k î n e ,
K î n a z i k r e ş î û n e w e k h e v y e
C E G E R X W Î N ê b i r î n a t e n e
T Î R Ê J ê d o z a t e n e
k u l î l k ê N Û B I H A R a t e n e
T E N G E Z A R ê d e r d ê t e n e
R Û Y A R ê e v î n a te n e
D I L Y A RÊ d ê r i k a te n e
H O Ş E N G i n d i r ê k a te d e
d e n g ê
B a v ê F E L E K a t e n e
Maşûqê min
Xelata rojhilata te ne
Çirûskin li her alî
Bayê ber tava te ne
Pêjna barana te ne
li her alî
evîndarê xaka te ne
D e n g ê a z a d î yê ne
Berada yî çola te ne
K e s k e s o r a bê baranin
A g i r ê h ê w a n a te ne ,
Z a r o k ê p ê ç e k a mala te ne ,
afirandink ji afirên xwed ê ne .
Swarê gotin a rastî yê ne .
Li herçar alî yan
Ş û r ê ş e r ê x w e d ê n e ,
keska li dor gorê ne
M a ş û q ê m i n .
Biografia
Mehmûd Ako / Kurdistan
محمود عكو – كوردستان ربما القدر كتب على محمود عكو أن يكون قومياً ثورياً كردياً, وذلك من خلال يوم مولده في الحادي والعشرين من آذار عام ألف وتسعمائة وستة وستين, في إشارة إلى يوم عيد نوروز العيد القومي للشعب الكردي في قرية لم تستطع أن تنفض عنها غبار الزمن الغابر حتى هذه اللحظة, وهي قرية البويطخ التابعة لمدينة قامشلو في كردستان سوريا.
منذ بدايته كان الكاتب, والشاعر الكردي محمود عكو مولعاً بالأدب الكردي, وقرأ منذ بداياته الكثير للشعراء الكرد القدامى كملاي جزيري, وأحمدي خاني, وجكر خوين, وتيريز والجدد كشيركو بيكس, وكوني رش, وفرهاد شلبي, وصالح حيدو, والعشرات من الموجودين حالياً على الساحة الأدبية الكردية, أو الذين رحلوا عنها بحكم الطبيعة.
تتأثر أشعار محمود عكو بالطبيعة الريفية البسيطة, وذلك إسقاطاً لحياته الريفية التي لم يبرحها حتى انتقل إلى العيش في مدينة قامشلو الجميلة. كما يدرك قارئ كتابات محمود عكو النثرية, والشعرية مدى عمق الأسى الكردية لديه فهو يحاول إقحام, وإيلاج كل المآسي, والمظالم الكردية في أي حرف يخط بها يراع محمود عكو.
تتذكر مقتل مئات الأطفال الكرد في حريق سينما عامودا, وحلبجة الشهيدة, وحملات الأنفال, واستشهاد العشرات من الشبان الكرد في حريق سجن الحسكة المركزي, واستشهاد كوكبة من الشبان الكرد في انتفاضة قامشلو في آذار /2004/ على أيدي قوات الأمن السورية, ولا ننسى استشهاد العلامة الكردي الشهير الشيخ الشهيد محمد معشوق الخزنوي. كل تلك تراها في صورة مونودرامية عندما تبدأ بقراءة ما يكتبه محمود عكو.
بدأ حياته الأدبية في عام /1984/ حيث تعلم الكتابة, والقراءة بالكردية على يد شقيقه الأكبر بهزاد الذي كان يعمل مدرساً في إحدى ابتدائيات قامشلو الجميلة ثم رحل بهزاد فجأة عن حياته, وحياة عائلته ليترك جرحاً ينزف, وقلباً متفطراً, وعيون تدمع إلى هذه اللحظة لكثرة تعلقه به, وهو أول من شق له طريق الكتابة, والثقافة بلغته الأم الكردية فأدعمه بكل الكتب, والدواوين الشعرية التي كان يريدها.
الكثير من الكتاب, والشعراء قدموا لمحمود عكو الدعم المعنوي في سبيل أن يبرز ككاتب, وشاعر مرموق وله اسمه, ونجمه في عالم الأدب, والشعر, ولعل أبرز هؤلاء الأديب الراحل فرهاد شلبي, ومروان عثمان [رويار آمدي] وبعلاقة خاصة مع الأديب الراحل حامد بدرخان, وذلك لتوقه, وشغفه على أن يتابع تحصين نفسه كما هو المطلوب ليكون له وقع في عالم الكلمة, والشعر.
نشر محمود عكو العشرات من قصائده, ونثرياته في الدوريات الكردية داخل سوريا, وخارجها وكانت أولى قصائده رأت ضياء النشر هي [Dostê Vînê] في تموز /1991/ في العدد الأول من مجلة زانين التي كانت تطبع, وتنشر بشكل سري في كوردستان سوريا بالإضافة إلى العشرات من الدوريات [دوغوريه, دجلة, الجدل, آفستا, بينوس, مه نامه, روزنا مه, القنديل, و حجل نامه] والعشرات من المواقع الإلكترونية.
قام محمود عكو بتحويل مجلة [هاوار] التي أصدرها الأمير جلادت بدرخان عام/1932/ بالكردية إلى شكلها الإلكتروني, ويعد هذا العمل من أبرز ما قام به كردي في سبيل توثيق الأرشيف الكردي المغيب, والمهمش تحت ثقافات الدول الحاكمة لأجزاء كوردستان المقسمة, ثم قام بنشر مجلة هاوار فزين بالكردية إلكترونياً بالتعاون مع صديقه ميرفان ديركي من خلال موقع [www.hawarkurd.de] الذي اعتبر من أوائل المواقع الإلكترونية الكردية الرائدة في عالم الثقافة, والأدب الكرديين.
نشر محمود عكو العديد من الكتابات باللغة الألمانية التي تعلمها بمساعدة صديقته الألمانية السيدة 'أغنيز هازن ييغر' بعدما هاجر في أيار /1996/ إلى هولندا, ومن ثم أنتقل للإقامة في ألمانيا, ولا زال هناك بعد أن ضاقت به الحياة في سوريا متوجهاً لحياة جديدة, وشيء أخر قد يكون في نظره شيء أفضل مما كان عليه في وطنه.
أعماله:
مجموعة قصصية بعنوان [Çend Çirûsk]
مجموعة شعرية بعنوان [Mirina Xwedakî]
رواية [Ciwan û Xewnên dil]
-
akomahmoud@hotmail.com