s
s
s
s
s
s
s

El contenido de esta página requiere una versión más reciente de Adobe Flash Player.

Obtener Adobe Flash Player

Sileman Azer
Nacionalidad:
Kurdistan
E-mail:
Biografia
Sileman Azer / Kurdistan
سليمان آزر/ كردستان

li jor..di bin piyên sîberiyê de


1

li wir…ew bilindtirîn cih,
ji bînayiya asoyê min re.
dirêj kiriye,tîjik kirina bêdengiyê.
barkirî bi baskin westiyayî,
min lûs dikin keviyên şevin,
hêwî bi avîgirtina rûsariyan.
û hîna tu li wî bilindtirîn cihî
ez qiraxên çeman hînî
hembêzkirina herikandinan dikim.
golên kevizgirtî
barabûnê li wan siwar dikim.
hîna tu li wirî
û mijûlim bi daweşandina pelên daran
ji tozika siwariya te.
ez dengê xwe
di guhê dilşeawtiyê de di sûm.
de,bihnikekê,
min ji mêraniya min bixapîne
û min bi firandina xwe ve bigelicîne.
hîna tu..
li hev diherbilîne
miwên davên xwe
ji nêçîrkirina ewran re.

* * *
2
ma tu dikare
bi guhên rûsariyê bigre
û wan bifirkîne
mîna zarokekî gunehkar
û li serê min
pêçayiye dînîtiya tuxmê min
û çirûskin zexel min dane ber bê çariyê.

* * *
3
li wir..
hîna tu di qelşên
destê bavê xwe de
tûmikê tolikê diçîne
û didêre
bêndera rûsariyan
raserî deştên tenahiya xwe.
bi tenê carekê
min bi hepişîne
xewna xwe
da ez têrbibim ji pîkoliyê.
tu li pêsîra mija xwe dibane
berxikê şîrdayî
bi hêwîbûna keskahiyê.

* * *
4

hîna li wir
tu di rûdêmê xwe de di qefile.
tevî şewata te.
û tu min wêne dike
peyala serxweşiyê.
de bihêle
ez xwe jibîr bikim
di şirovekirina xwe de.

* * *
5
xaçkirîne aliyên min
eger te nav di siwariya xwe da.
tu li xavika berbangan dide
û dilopan di guvêşe
kunê dengê ketî.
ta pêxemberan payamnêrê tirsonekiyê ne
li vir.
û şepirzene xweda
di tewanbariyên xwe de.

Dilbijê tenêtiya xwe

Bi tenê bihnekê diyarî min bike,
da ez têr bibim,
ji hembêzkirina tenêtiya xwe.
û ez pêkekê bi dîtina xwe,
şabibim,
mendalê pêlîstika wî,
hişê wî biriye.
min bihêle,
nîşanek,
ji yên çû yî re.
min bêriya xwe kiriye.
kulmek av û axim,
ji sitirihandina xwe re,
û min xwe ji rûdêmê,
kesera xwe biriye.
bi tenê,
koçekekî,
di kişandina werdên xwe de,
min xwe ji heyînê,
bi tizbiya xwe kiriye.
heger tu di tenişt,
bêdengiya min re,
derbasbûyî,
û te ez jibîrkirim,
naxwe,
ne dema giriye.
besî mine,
ku ez di çarika dayka xwe de,
rûniştîme,
va min peyala temenê van derdoran,
ber bi dawî de biriye.
bi tenê wê kêlê şiyar neke,
û yarê jî,
ji kovandariya wê ne livîne.
ez dikarim hilgirim,
sipîbûna kefenê xwe,
ji zayînê ve,
ew bager,
ji min dibare,
û min pîlana xwe,
li gerdena mirinê gerandiye,
na...
ne bêje..,
yên ku diçin,
û yên dikin herin,
û li vegerê ne poşmanin,
ew ne miriye...
bi tenê bihnek,
ji min re divê,
da ez serûka xemgîniya xwe,
bi dawî bînim,
min jî tayên wê,
ji devdawa,
kirasê diya xwe yî [şal]*,
diziye.

Nijdevaniya rûsariyê

Û dema hevsalin min,
nijdevaniya şevê ber bi qada minî,
vekirî ji talankirinê ve dibirin.
û bi navê rûmetiyê,
agirê xwe di şewatên min de,
gur dikirin.
û bi tiliyên min ve,
benên dûrbûnan,
ji dayikan re,
ber ba dikirin.
û dipirsîn:...?
qey ne li wir bû,
xweda...!!!
gava du aliyan,
ez ji xwe re dabeş kirim.
an ew mijûl bû,
bi lihev anîna pêxemberan,
û ez ji rojnameya xwe,
dûr dikirim.
naxwe,
çawa...?
matmayî dimînin,
gava ez bi pifekê,
ji xwe nakevim û,
li ber serê tenêtiya xwe na mirim.
eger we ji min vedizî xemgîniya,
minî bejin bilind,
û ez li pey xwe kişandim,
vê xakê,
ezê xwe kefen bikim
bi wê xweziyê,
wê gavê
ez ji bê xemgîniya xwe
dimirim.
kê polên axê firandibûn,
û nav têdabûn,
ta ez ji derdorên xwe,
bê beş kirim.
û gundîtiya min di pêçeka,
zaroktiya xwe de,
firşik kiri bû,
ez terpilandim kolanên xwe,
û di xewna xwe de,
ez dûr di birim.
carnan..,
li serê min dixe,
dînbûna bapîran,
û ez xwe şilfî tazî dikim,
mîna vî cihî,
û bi şûn sîtava xwe dikevim.
li serê dîtinan digerînim,
tirsa xwe,
û dibin bihna min de,
dimelise,
silbûna min.
bi rişma xwe,
xwe hînî xwe dikim,
ji keviya awiran,
ber bi xwe ve dirim.
carnan...
çivîkên dilovaniyê,
li ser şaxên min,
hêlînên xwe da digrin.
min kolaye serê xwe,
di darbestên te de,
û li şîna xwe digerim.

Biografia
Sileman Azer / Kurdistan
سليمان آزر/ كردستان

شاعر كردي مقيم في سوريا
يكتب الشعر باللغة الكردية
له ديوان مطبوع باللغة الكردية منذ عام 1997
يكتب الشعر وينشر في اغلب المواقع الكردية

silemanazer@hotmail.com

 

Desarrollado por: Asesorias Web
s
s
s
s
s
s
s